HSD: Em di operasyona nû ya Dêra Zorê de hevrêziyê li gel Iraqê dikin

Fermandariya operasyona Dêra Zorê: Emê li gel Hikûmeta Iraqê hevrêziyê bikin, daku em wan navçeyên mayî ji destê çekdarên DAIŞê derxînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Encûmena serbazî ya Dêra Zorê destpêkirina operasyona kontrolkirina beşê mayî ji wê deverê ragihand.

Bi gotina fermandariya operasyonê, ewê li gel Hikûmeta Iraqê hevrêziyê bikin, daku ew navçeyên mayî ji destê çekdarên DAIŞê derxînin.

Herwiha fermandariyê diyar kir, ku hêzên hevpeymanan û bitaybetî Frensa hêzên xwe zêde kiriye.

Fermandarê giştî yê encûmena serbazî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla ragihand, ku berî niha HSD bi alîkariya hêzên hevpeymanan, karî bajarê Minbic li rojavayê Firatê û navçeyên rojhilatê Firatê bi temamî kontrol bike, lê beşên başûr ji rojhilatê Firatê yên ser sînorên Iraqê, hîn di destê çekdarên DAIŞê de ne, ew yek jî bi sedema hebûna hêzên ser bi Hikûmeta Sûryê ve li wan navçeyan, ji bilî wê yekê jî, hêzên Rûsî çend caran bizav kirin ku derbasî rojhilatê Firatê bibin û zeviyên petrolê li wê deverê kontrol bikin, lê hêzên hevpeymanan bi awayekî rasterê êrîşî wan hêzên Rûsî kirin û bêtirî 200 çekdarên Rûsî yên nehikûmî di wê êrîşê de kuştin.

N.O