Nêçîrvan Barzanî: Îran cîraneke giring e ji Herêma Kurdistanê re
Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya her kar û çalakiyekê dike, ku pêwendiyên bazirganî li gel Îranê bihêz bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di konfiransê pêşxistina pêwendiyên abûrî yên di nav Herêma Kurdistan û Îranê de ragihand, ku Hikûmeta Herêmê piştgiriya her kar û çalakiyekê dike, ku pêwendiyên bazirganî li gel Îranê bihêz bike.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, gotûbêjên vê dawiyê di nav Hewlêr û Bexdayê de, hin pirsgirêkên taybet bi gumrikê û deryên sînorî û bazirganiya navdewletî, di çarçoveya destûrê de çare kir.
Got jî: "Gotûbêj berdewam in, ji bo tevahiya kêşeyên girêdayî deryên sînorî û gumrikê di nav Hewlêr û Bexdayê de bên çarekirin".
Derbarê çalakiyên abûrî û bazirganî li gel Îranê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, ku guherîna bazirganî ya Herêma Kurdistanê li gel Îranê, salane digihêje 6.5 milyar Dolar û 25% ji pêdiviyên Herêma Kurdistanê ji Îranê tên hawirdekirin.
Herwiha ragihand, ku, 67% ji hawirdekirina otombêlan ji bo Herêma Kurdistanê bi riya sînorên Îranê derbasî Herêma Kurdistanê dibe û 359 kompaniyên bazirganî yên Îranî li Herêma Kurdistanê hene li gel 135 kargehan, ku bi sedan derfetên kar peyda kirine.
N.O