Hikûmeta Iraqê Qayimqamê Xurmatû ji kar dûrdixe

Qayimqamê Xurmatû: Li Iraqê yasa nema ye, lê ezê vê biryarê di dadgehan de bişopînim.

K24 - Navenda Nûçeyan

Dadgeha Îdarî ya Bexdayê biryara dûrxistina Qayimqamê Xurmatû Şelal Ebdûl da û navhatî ew biryar bi biryareke neyasayî binav kir.

Qayimqamê Xurmato ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ew biryar siyasî ye û neyasayî ye û tenê ji bo dûrxistina Kurdan ji postên îdarî hatiye stendin.

Herwiha Ebdûl diyar kir, ku li Iraqê yasa nema ye, lê ewê vê biryarê di dadgehan de bişopîne.

N.O