Israil belgeyên Iranê, meha Çile bidest xistiye
Rojnameya New York Times bi zarê berpirsek pilebilind ê Israilî, ku nave xwe eşkere nekiriye diyar kiriye ku, belge ji alî dezgeha hewalgirî ya Israil Mossad ve meha Çile hatin e bidest xistin

K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya New York Times bi zarê berpirsek pilebilind ê Israilî, ku nave xwe eşkere nekiriye, eşkere kiriye ku, belge ji alî dezgeha hewalgirî ya Israil Mossad ve meha Çile hatin e bidest xistin.
Dinav hefteyê de Serokwezîrê Israilê Benjamin Netanyahu eşkere kir ku, 55 hezar dokument ên ku di 183 CDyan de hatine tomarkirin û girêdayî bernameya atomî ne, ketin e destê Israilê de.
Ligor aghadariyên berpirsê Israilê ragihandî New York Times: “Piştî agahdariya Mossad a devera veşartina belgeyan, di meha Çile de endamên Mossad di şevekê de ketin e nav wê avahiyê û heman şevê jî, ji Iranê derketin e û gihiştine Israilê.
Herweha jiber ku ew belge bi zimanê farisî bûn e û lêkolînên liser wan jî dem girtiye, piştî 4 mehan ji bo raya giştî hatine eşkerekirin. Serokê Mossad Yossi Cohen di dema seredana xwe ya ji Washingtonê re, meha Çile, Serokê Amerikayê Donald Trump jî, liser belgeyan agahdar kiriye”.
Piştî ragihandina belgeyên Iranê ji alî Netanyahu ve, berpirsên Amerikayê baweriya xwe bi rastbûna wan belgeyan anîbûn ziman.
C.B