Zileli: Pêwîstî bi dengên Kurd heye!
Giringiya dengên hilbijêrên Kurd, herçend bi zanyarî tê paşguhxistin. Lê, her diçe pêwîstî û giringiya dengên Kurd tê pêş û niha di medya de ev babet hêdî hêdî tê rojevê
K24 – Navenda Nûçeyan
Giringiya dengên hilbijêrên Kurd, herçend bi zanyarî tê paşguhxistin. Lê, her diçe pêwîstî û giringiya dengên Kurd tê pêş û niha di medya de ev babet hêdî hêdî tê rojevê.
Nivîskrarê rojnameya Sozcu Umit Zileli di gotara xwe de dinivîse ku: Bilez. Pêwîstî bi dengên Kurd heye!
Ligor Zileli, rapirsînên tên kirin diyar dikin ku, balans a di navbeyna aliyên desthilat û opozisyona Tirkiye de gelek kêm e. Dengên Kurdan xwedî rola herî giring a têkbirina vê balansê ye.
C.B