Erdogan: Heya aramî li Efrînê peyda nebe em dernakevin
Erdogan: Amerîka hizir dikir ku ewê bi alîkarîkirina YPG encamên baş bidest bixe, lê armancên Amerîka pêknehatin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di civînekê de ragihand, ku armanca welatê wî piştî Efrîn, kontrolkirina Til Rif'et û Minbic e.
Recep Teyip Erdogan derbarê siyaseta Amerîka li Sûryê û Rojavayê Kurdistanê got: Amerîka hizir dikir ku ewê bi alîkarîkirina YPG encamên baş bidest bixe, lê armancên Amerîka pêk nehatin.
Erdogan diyar kir, ku heya aramî û ewlehî li Efrînê venegere, artêşa Tirkiyê ji wî bajarî dernakeve û tekez kir, ku wan çavê xwe bernedaye axa Sûryê, lê ew dixwazin ku xelkê Sûryê bi aştî û aramî bijî.
Di 18 Adara derbasbûyî de, di çarçoveya operasyona (Şaxê Zeytûnê) artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, bajarê Efrînê û gondewarên wê bi temamî dagîr kirin û heya niha jî hejmareke mezin ji xelkê wî bajarî, li malên xwe venegeriyane.
N.O