DAIŞ li Iraqê êrîş dike û Bexda li Sûryê bersivê dide

Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand, ku firokeyên cengî yên Iraqî, bingehên DAIŞê li başûrê gundê Deşîşe li nav axa Sûrya bordûman kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Careke din firokeyên cengî yên Iraqê bingehên DAIŞê li nav axa Sûrya bordûman kirin.

Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand, ku firokeyên cengî yên Iraqî, başûrê gundê Deşîşe li nav axa Sûrya bordûman kirin.

Ev yek jî di demekê de ye, ku êrîşên çekdarên DAIŞê di nav axa Iraqê de, li ser polîs û artêşa wî welatî berdewam in.

Êrîşa herî dawî ya çekdarên DAIŞê li ser hêzên Iraqî li sînorê Silêman Beg û Cebare bû, ku di encamê de hejmarek serbazên Iraqî hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn. Berî wê jî çekdarên DAIŞê li nêzîkî devera Gulale (Celewla) êrîşî hêzên Iraqî kirin.

Di 9/12/2017an de, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, nemana DAIŞê li Iraqê ragihand, lê piştî wê daxuyaniya Ebadî, çekdarên DAIŞê li sînorên herdu parêzgehên Mûsil û Kerkûkê, çendîn caran êrîşî Heşda Şeibî û artêşa û polîsên Iraqê kirin.

N.O