Nêçîrvan Barzanî: Kesên ziyan ji lehiyê dîtinê qerebû dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, ku li bajarê Duhokê ji ber lehiyê kesên ku zerer dîtine dê zererên wan bên dabînkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, ku li bajarê Duhokê ji ber lehiyê kesên ku zerer dîtine dê zererên wan bên dabînkirin.

Îro 06.05.2018ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel parêzgerê Duhokê Ferhad Etrûşî serdana cîhên ku lehiyê zerer gihandiyê kir.

Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re ragihand soz, hikûmet dê lêkolînê li ser zerer û ziyanên vê lehiyê bike û ragehand, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê qerebû bike û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Şeva borî li çend navçeyên bajarê Duhokê lehî rabû û ji ber wê jî 4 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan, ku hîn jî termê hemwelatiyekê nehatiye dîtin.

Li ser pirsên rojnamevanan ên derbarê helbijartinên Iraqê de jî Nêçîrvan Barzanî ragehand, dê PDK bihêz beşdarî li helbijartinê bike.  

Herwaha li gor Cîgirê Serokê PDKê û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, qonaxa piştî helbijartinê bo gelê Kurdistanê zihmet e û got pêwîst nûnerên Kurd ku li lîsteyên cuda derdikevin û dibin parlamenter û diçin parlamentoya Iraqê pêwîst e yekgirtî bin û bi yekdengî kar bikin.