Asayişa li Rojavayê Kurdistanê serkirdeyekî ENKS berda û yekî PDKSê desteser kir
Her yek ji endamên PDKSê Idrîs Elo, Ehmed Sîdo û Ehmed Sîno ji sala 2013an ve, li cem asayişê girtî ne û heya niha çarenivîsa wan nediyar e.
K24 - Navenda Nûçeyan
Asayişa li Kobanê endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Sûryê (PDKS) Mehmûd Mistefa Weyso li wî bajarî desteser kir.
Endamekî ji malbata Mehmûd Weyso ji Kurdistan24ê re ragihand, ku dema Mehmûd ji bajarê Reqa dihat Kobanê, ji aliyê asayişê ve hate girtin û ji dema girtina wî ve heya niha çarenivîsa wî serkirdeyê PDKSê nediyar e.
Mehmûd Mistefa Weyso piştî kontrolkirina Reqayê, berî çend mehan, bi temamî ji Herêma Kurdistanê vegeriyabû bajarê xwe.
Hevdem asayişa li bajarê Dêrikê, endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûryê (ENKS), Fadî Mer'î serbest berda.
Fadî Mer`î serokê navenda pêwendiyên giştî di Şepêla Pêşeroja Kurdî de li Sûryê ye, ku di heman demê de, endamê Emîndariya Giştî ya (ENKSê) ye, ew ji aliyê asayişa li Dêrikê ve berî çend rojan hatibû girtin û îro ew serbest berdan.
Berî niha jî asayişa li bajarê Qamişlo, endamê serkirdatiya ENKSê Ni`met Dawud jî desteser kir û heya niha ew bernedaye.
Li bajarê Efrînê jî, berî derbasbûna artêşa Tirkiyê, asayişê endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Ebdilrehman Apo desteser kiribû û heya niha jî nehatiye berdan û çarenivîsa wî nediyar e.
Herwiha her yek ji endamên PDKSê Idrîs Elo, Ehmed Sîdo û Ehmed Sîno ji sala 2013an ve, li cem asayişê girtî ne û heya niha çarenivîsa wan jî nediyar e.
N.O