Nêcîrvan Barzanî: Serok Barzanî û Pêşmerge sembola şikandina DAIŞê ne

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand, Serok Barzanî û Pêşmerge sembola têkşikandina DAIŞê ne û Serok Barzanî hêjayî ye ku lêvegera hemûyan be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand, Serok Barzanî û Pêşmerge sembola şikandina DAIŞê ne û Serok Barzanî hêjayî ye ku lêvegera hemûyan be.

Nêçîrvan Barzanî di çarçova beşdariya di ahenga bangeşeya lîsteya PDKê ya hilbijartinên Iraqê li bajarê Dihokê de gotarek pêşkêşî xelkê Dihokê kir û got: “PDK û xelkê xweragir ê Badînanê her dem bi hev re bûn û çawa Serok Barzanî û Pêşmerge herêmên xwe ji DAIŞê parastin, li Bexdayê lawên PDKê bi giyanê Pêşmergatî dibin parêzerên rasteqîne ji berjewendiyên Kurdistanê re.”

Got jî: “PDK partiyeke hevgirtî û xwedî navendeke yekgirtî ya biryarê ye û wek partiya yekem li Kurdistanê danûstandin pê re tê kirin. PDK xwedî yek lêveger e, ew jî Serok Barzanî ye û ew hêjayî ye ku ji hemûyan re jî bibe lêvegerek.”

Herwiha got: “Pêşmerge û camewerê PDKê DAIŞ têk şikandin û gelek pilanên nehez û neyaran ên jinavbirina ezmûna Kurdistanê jî xistin gorê.”

Cîgirê Serokê PDKê di gotara xwe de got jî: “Kurdistan deyndarê xwîna şehîdan e û heger xwîna wan nebûya, ti kesî nedizanî çi bi serê çarenivîsa Kurdistanê de dihat.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir jî, ewê li Sihêla û Pirdê rûbirûyî dijminan bûne, lawên PDKê bûn.

Amaje bi wê jî kir, “PDK ji bo berevanîkirina li mafê Kurd diçe Bexdayê û PDK bi yekrêziyê re ye, lê hin aliyên nehez hene dixwazin hilbijartinan ji bo şikandina PDK û Kurdistanê bikar bînin. Divê di hilbijartinan de were çespandin ku ew ti demekê nikarin PDKê bişkînin û Kurdistanê bifiroşin.”

 

 

S. B