PDK-S daxwaz ji derbiderên Efrînê dike vegerin gundên xwe
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) daxwaz ji derbiderên Efrînê dike vegerin gundên xwe. Li ser asta Sûriyê jî dibêje, çareserkirina hemû pirsgirêkên krîza Sûriyê bi cibicîkirina biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî yên 2118 – 2254 dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) daxwaz ji derbiderên Efrînê dike vegerin gundên xwe. Li ser asta Sûriyê jî dibêje, çareserkirina hemû pirsgirêkên krîza Sûriyê bi cibicîkirina biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî yên 2118 – 2254 dibe.
Komîta Navendî ya PDK-Sê ku li Hewlêrê civiya bû, daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku PDK-Sê di civînê de behsa rewşa Efrînê kir û daxwaz ji xelkê Efrînê yên ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser wî bajarî derbider û koçber bûne kir ku vegerin gundên xwe. Herwiha PDK-Sê daxwaz ji endam û alîgirên xwe yên li Efrînê kir ku di vê rewşa awarte de li aliyê gelê xwe rawestin û alîkariya wan bikin.
PDK-Sê aşkere kir jî, pirsa girêdana kongreya partiyê di civînê de hate guftûgokirin û çend komît ji bo amadekirin belgeyan, mîkanîzmên kar û serxistina kongir jî ava kirine.
Serkirdatiya PDK-Sê di daxuyaniya xwe jî amaje bi siyaseta PYDê û girtiyên siyasî kir û ragihand, “Spasiya endam û hevalên xwe dikin, ku siyasetên PYDê yên serkotkirinê ji revandin, girtin û qedexekirina karê siyasî û camewerî tehemul dikin.”
PDK-Sê li ser rewşa Sûriyê jî diyar kir, Sûriye bûye meydana milmilaneya navdewletî û dabeşkirina hejmûnan di navbera Amerîka û Rûsya de, ku ev araste jî ber bi dabeşbûna Sûriyê diçe û rengvedana wê yekê jî li rewşa gelê Kurd dibe.
PDK-S dibîne, çareserkirina tekane ya krîza Sûriyê di wê yekê de dibe, ku hemû alî pabendî biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî yên (2118 û 2254) û biryarên pê ve girêdayî, bi taybet jî şanda opozîsyona Sûriyê li kongreya Riyaza 2 hate yekxistin û Desteya Danûstandkar a ji hemû aliyên opozîsyona Sûriyê hate damezrandin.