Brîtanya piştevaniya mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike
Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes radigihîne, Brîtanaya piştevaniya mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike û hevkar dibe ji bo Herêma Kurdistanê di warê aborî, darayî û avadankirinê de bipêş bikeve. Herwiha piştevaniyê li hikûmeteke hevbeş a Iraqê dike ku hemû pêkhateyên Iraqê lixwe bigire.
K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê John Wilkes kir û şanda pê re kir û di civînê de rewşa siyasî ya navçê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên giştî û pêngavên piştî ragihandina encaman hate behskirin.
Mesrûr Barzanî ev hilbijartin bi çarnivîsî binav kir û ragihand, piştî hilbijartinan kar dikin heta ku hevpeymaniyeke yekgirtî û bi yekhelwestî biçine Bexdayê. Tekez kir jî, Herêma Kurdistanê li ser binemaya pabendbûn û cibicîkirina madeyên destûrî wek yek pakêjê û di serî de madeya 140 danûstandinan ligel aliyên Iraqî dike.
Derbarê mafên gelê Kurdistanê de amaje bi madeya 132 a destûra Iraqê kir, ku taybet e bi qerebûkirina zirarmandên tawanên rêjîma berê ya Iraqê û ragihand, berpirsatiya hikûmeta Iraqê ye ku wan hemû welatiyên ku ji aliyê rêjîma berê ya Iraqê ve tawan bi derheqê wan de hatine kirin qerebû bike.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Brîtanyayê tekezî li ser wê yekê kir, welatê wî piştevaniya mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike û hevkar dibe ji bo Herêma Kurdistanê di warê aborî, darayî û avadankirinê de bipêş bikeve û ragihand, piştevaniya hikûmeteke hevbeş dikin ku tevahiya pêkhateyên Iraqê tê de beşdar bin.
S. B