Efrîn.. Çekdarên opozîsyonê stranbêjekî direvînin

Leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê Stranbêj Aslan Can li navçeya Şiyê a ser bi Efrînê ve digirin û ber bi cihekî ne diyar ve dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê Stranbêj Aslan Can li navçeya Şiyê a ser bi Efrînê ve digirin û ber bi cihekî ne diyar ve dibin.

Jêderên ji navçeya Şiyê ji K24ê re ragihandin, îro li navçeya Şiyê leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê Stranbêj Aslan Can girtin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji dema derbasbûna Efrînê di 18ê Adara bûrî ve bi sedan xort û keçên Efrînê bi tometên cuda digirin.

Îro jî jêderekî ji Efrînê ji K24ê re da zanîn, wergêrê leşkerên Tirkiyê ku kesekî Ereb û Elewiyê Antakyayê ye û navê wî Ehemd e gotinên xelkê Efrînê bi şaşî ji leşkerê Tirkiyê re werdigerîne, ew wergêr dibe sedema girtin û eşkencekirina bi sedan xortên Efrînê.

Da zanîn jî, piraniya welatiyên Efrînê yên li rêbenda gundê Kîmarê têne revandin bi sedema wî wergêrê Ereb e, bi mebest gotinên welatiyan ji leşkerên Tirk re şaş werdigerîne û dibêje ku ew şanên nivistî yên PYD û YPGê ne.

 

S. B