Erdogan: Emê operasyonên nû li bakurê Sûrya encam bidin

Erdogan: Ji bilî operasyonên Mertala Furatê û ya Şaxê Zeytûnê, wê Tirkiye ji bo nehiştina girûpên terorîst, di demeke nêzîk de, dest bi operasyoneke nû li Sûrya bike.

 K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, li bajarê Stenbolê ragihand, ku ji bilî operasyonên Mertala Furatê û ya Şaxê Zeytûnê, wê Tirkiye ji bo nehiştina girûpên terorîst, di demeke nêzîk de, dest bi operasyoneke nû li Sûrya bike.

Hikûmeta Tirkiye YPG weke rêxitineke terorîst binav dike û dide xuyakirin ku ew beşek ji PKKê ye û heya niha du operasyonên serbazî li dijî hêzên YPGê li Rojavayê Kurdistanê encam daye.

Berî niha jî artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kir û di roja 18ê Adara derbasbûyî de, karîn Efrînê û gendewarên wê bi temamî kontrol bikin, li ser vê yekê, berî niha Serokê Tirkiyê ragihandibû, ku heya aramî û ewlehî li Efrînê peyda nebe, hêzên Tirkiyê ji wî bajarî û gundewarên wî dernakevin.

Herwiha Erdogan diyar kiribû, ku niha welatê wî amadekariyên kontrolkirina Til Rif`et û bajarê Minbic dike.

N.O