Baraneke bihêz li Başûrê Kurdistanê dibare
Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Kurdistanê ragihand, şepêleke baranê ya bihêz li Herêma Kurdistanê dibare û egera rabûna lehiyê jî heye û welatiyan hişyar dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Kurdistanê ragihand, şepêleke baranê ya bihêz li Herêma Kurdistanê dibare û egera rabûna lehiyê jî heye û welatiyan hişyar dike.
Berpirsê Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Kurdistanê Fazil Îbrahîm ji K24 re ragihand, li gorî pêşbîniyên keşûhewayê, sibe û dusibe baranek xurt li Herêma Kurdistanê dibare. Îşev li Duhokê baran dest pê dike.
Fazil Îbrahîm her wiha gotiye, li hinek deveran eger heye lehî rabe ji ber wê jî me ew sazî û dezgehên pêwendîdar agahdar kirine da ku tedbîrên xwe bigirin.
Berpirsê navenda keşnasiyê daye zanîn ku li hinek deverên çiyayî ji bilî baranê teyrok jî dê bibare û gotiye, piştî du rojan ew barana xurt namîne lê baran bi awayekî binavber berdewam dibe.
Ji aliyekî din ve Berpirsê Ragihandina Şaredariya Silêmaniyê Zerdeşt Refîq ji K24ê re got: “Di riya dezgehên ragihandinê re me rênimayên taybet li welatiyan belav kirine. Herwiha dezgehên xizmetguzariyê jî amade ne ji bo her bûyereke sirûştî.”
Got jî: “Metirsî heye li çend taxên bajarê Silêmaniyê wek taxa Qerge û Tilsiloce asta avê û lehiyê bilind bibin, ku berê çend caran li wan bi sedema hin kêşeyan lehî rabûbûn.”
Her derbarê amadekariyên ji bo rabûna lehiyan, Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, li Germiyanê welatî hatine hişyarkirin ku eger e baraneke xurt li wê navçê bibare.
Berî du rojan li parêzgeha Dihukê li ser riya Dihok – Feydiye, ji ber barana bihêz û rabûna lehiyê 4 kesan canê xwe jidest dabûn û ziyanyên madî jî li gelek malbatên wê deverê bûne.
S. B