“Ta niha piştgîrî ji projeya federalîzma Bakurê Sûriyê re çê nebûye”
Ligel serketinên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) lê ta niha ti piştgirî ji projeya siyasî ya ferderalîzma Bakurê Sûriyê re çê nebûye. Hin şîrovekarên siyasî dibînin ku di rojên bê de dê ev yek cibicî bibe, hin din jî dibînin ku piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî dê di warê siyasî de jî berdewam bibe.
K24 – Qamişlo
Ligel serketinên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) lê ta niha ti piştgirî ji projeya siyasî ya ferderalîzma Bakurê Sûriyê re çê nebûye. Hin şîrovekarên siyasî dibînin ku di rojên bê de dê ev yek cibicî bibe, hin din jî dibînin ku piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî dê di warê siyasî de jî berdewam bibe.
HSD operasyona kontrolkirina hin deverên bi ser bajarê Dêra Zorê ve dest pê kir ku armanc jê pakirina wê deverê ji DAIŞê ye û tevî ku armancên leşkerî ji vê operasyonê re hatine zelalkirin, lê bêyî ku pêşeroja destkeftên siyasî ji vî şerî re zelal bibin. Serkirdeyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibînin ku bi hebûna DAIŞê re ti destkeftên siyasî nayin bidestxistin û da ku projeya fediralîzma Bakurê Sûriyê biser bikeve pêwîst e DAIŞ di Sûriyê de nemîne. Tekez dikin jî ku bêyî pêkanîna berjewndiyên siyasî dê ti tevgera leşkerî jî çê nebe.
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya TEV-DEM'ê Ebdilselam Ehmed li ser pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Berjewendiyê me îro bi (Hevpeymaniya Navdewletî) re di gelek cihan de digihe hev. Em îro li dijî rêxistinên terorê hevbeş û bi hev re şer dikin, lê bêgûman disa jî di aliyê siyasî de wek hevalbendeke navdewletî wek Amerîka. Fransa û Brîtanya ku îro di berjewendiya wan de ye jî ev projeya federaliya Bakur biser bikeve û aliyê siyasî bibe aliyekî her sereke ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê.”
Operasyona Bahoza Cezîrê di gel hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serkêşiya Emerîka birêve diçe, hin şirovekarên siyasî dibînin jî ku ezmûna Amerîka di warê leşkerî de bi Kurdan re biser ketiye çi li Rojava be yan Başûrê Kurdistanê be, û tekez dikin ku tevî ta niha tu destkeftiyên berçav nehatine sitandin, lê hevpeymaniya Kurdan bi hêzên navdewletî re dê bibe piştgir ku Kurd xwedî roleke sereke bin di pêşeroja Sûriyê de.
Şîrovekarê siyasî Ekrem Hisên jî dibêje: “Heta çareseriya siyasî çê nebe, cihê Kurdan tê de nayê xuyakirin, yanê heta niha çareserî çareseriyeke leşkerî ye, çi di herêmên rêjîmê de bin û çi di herêmên ku teror tê de ye, heta niha proseya siyasî bi awayekî cidî pêk nehatiye, ji ber wê jî em dibînin hinek amadekariya ji bo çareseriya siyasî ew qonax hinekî dûr e, ji ber wê jî li ber çavan tiştek nayê xuyakirin û ev destkeftên ku Kurd li ser erdê dikin di warê siyasî aşkere nabe.”
Di 1'ê Gulanê de HSDê dest bi operasyoneke nû li dijî DAIŞê li gundewarên Dêra Zorê kir, ku hin deverên bi ser bajêr ve yên di bin kontrola DAIŞê de armanc dike û di vê operasyonê de encûmenên leşkerî yên wê deverê jî beşdar in.