Fermandarekî Heşda Şeibî li Kerkûkê hate kuştin
Fermandarê lîwayeke Heşda Şeibî ku Erebekî Sunî ye ku parêzgeha Kerkûkê hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê lîwayeke Heşda Şeibî ku Erebekî Sunî ye ku parêzgeha Kerkûkê hate kuştin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, Fermandarê Lîwaya 56 a Heşda Şeibî Sultan Yasîn Hemdan li sînorê qezaya Dubiz a ser bi Kerkûkê bi guleyekê hate kuştin.
Hevdem, li gundê Cihêş yê ser bi qezaya Hewîce ve şer û pevçûn di navbera çekdarên Heşda Şeibî û Polîsa Federalî ya Iraqê derketin û di encamê de 6 polîs biîndar bûn, ku du ji wan efser in û niha ew li Nexweşxaneya Giştî ya Kerkûkê ne.
Rewşa ewlehiya parêzgeha Kerkûkê ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an têk çûye û çendîn car in çekdarên DAIŞê êrîş birine ser hêzên Iraqî û ziyanên mezin gihandina wan.
S. B