Putin piştevaniya gelê Kurdistanê dike
Îro li Moskoyê û di hevdîtina di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Putin piştevaniya xwe ji gelê Kurdistanê re tekez kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro li Moskoyê û di hevdîtina di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Putin tekezî li ser piştevaniya xwe ji gelê Kurdistanê re kir.
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, di hevdîtinê de Serokê Rûsyayê piştevaniya xwe ji gelê Kurdistanê derbirî û Mosko û Hewlêr li ser berferehkirina pêwendiyan lihev kirin.
Herwiha got: “Rûsya girîngiyê dide hebûna Herêma Kurdistanê û em wek Herêma Kurdistanê dixwazin pêwendiyên me yên baş bi Rûsya û Çînê re hebin û pêgeha dîplomasiya Kurd jî li cîhanê bihêz e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser vexwendineke fermî duh êvarê ligel şandekê serdana Moskoyê kir. Berî hevdîtina bi Putin re jî Nêçîrvan Barzanî beşdarî aheng û numayişkirina leşkerî ya mezin ya wî welatî bû, ku bi boneya 73emîn serkeftina Yekîtiya Sovyêt biser Almanyaya Nazî bi rê ve çû.
S. B