Bi sedema baranbarînê 3 zarokan li Hesekê jiyana xwe jidest dan

Du zarokan li geundekî bajarokê Şedadê li başûrê Hesekê û zarokek li taxa Ezîziyê li nav bajarê Hesekê canê xwe jidest dan

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gundê Hedadiyê li devera Şedadê ya ser bi parêzgeha Hesekê ve li Rojavayê Kurdistanê, du zarokên 10 û 13 salî, dema ku dixwestin di nav goleke avê de, avjeniyê bikin, canê xwe jidest dan.

Di bûyereke hevşêwaz de, li taxa Ezîziyê li navenda bajarê Hesekê, zarokek dema ku xwestiye cadeyê bibirre, di nav goleke avê werbûye û canê xwe jidest daye, piştre zarokekî din jî li heman taxê ji nav goleke avê hat rizgarkirin.

Berî niha jî li bakurê parêzgeha Hesekê li gundê Tama, bi sedema kombûna ava baranê di koncalekê de, du zarokan canê xwe jidest dan.

Di rojên dawî de, li gellek bajarên Rojavayê Kurdistanê û yên Herêma Kurdistanê jî, baraneke zêde bariya, bitaybet li bajarê Dihokê, ku barana zêde bû sedema rabûna lehiyê, ku di encamê de çar welatiyan canê xwe jidest dan.  

N.O