Nêçîrvan Barzanî: Iraq bêyî Kurdan biser nakeve
Nêçîrvan Barzanî: Ez bi hêvî me piştî qunaxa hilbijartinan, tevahiya kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de, bi riya diyalogê bên çarekirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî beşdarîkirina wî di piroseya dengdanê de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê, di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku Hikûmeta nû ya Iraqê nikare bêyî Kurdan ser bikeve û ti aliyek nikare bi tena xwe Hikûmetê pêk bîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistan, ji dengderan xwest ku biçin ser sindoqan û deng bidin, ji ber ku hilbijartinên vê carê ji bo pêşeroja Kurdistanê giring û dîrokî ne.
Nêçîrvan Barzanî got jî: "Pêkanîna Hikûmeta piraniyê li Iraqê, ne di berjewendiya ti aliyekî de ye û bêyî Kurdan Hikûmeta Iraqê biser nakeve".
Got jî: "Ez bi hêvî me piştî qunaxa hilbijartinan, tevahiya kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de, bi riya diyalogê bên çarekirin".
Derbarê sistiya piroseya dengdanê, Nêçîrvan Barzanî got: "Sîstem nû ye û pirose hêdî hêdî birêve diçe, bi hêvî me komisyon hemû bizavên xwe bike, daku tevahiya dengderan bikaribin deng bidin".
Li ser postê Serokatiya Iraq ji aliyê Kurdan ve got: "Wek Kurd ji mafê me ye yek ji postên siyadî li Iraq werbigirn, ew post Serokatiya Iraqê be yan postekî din be, lê giring ew e, wek Kurd em hevgirtî biçin Bexda, heger em ne bihev re bin, em nikarin tiştekî ji gelê xwe re bînin".
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir "Piştî ku destûra nû ya Iraqê hat danîn, em di wê baweriyê de bûn, ku emê derbasî qunaxeke nû bibin û pirsgirêk wê bêne çarekirin, lê ew yek nebû, hêvîdar im vê carê kêşe bên çarekirin, em jî bi vê niyetê beşdarî hilbijartinan bûne".
Tekez jî kir "Her kesek bibe Serokwezîrê Iraqê, divê em wek Kurd pêkve daxwazên Kurdan ji wî bikin û kar li ser bicîkirina mafên gelê Kurd bikin".
N.O