Komisyona Hilbijartinan dengderan haydar dike

Komisyona Hilbijartinan: Divê şûna pencemorê li ser formên dengdanê tine be, ji ber ku amêrên eliktironî formên ku şûna pencemorê li ser wan hene, naxwîne

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê ofîsa Hewlêrê ya Komisyona Bilind a hilbijartinên Iraqê Elî Qadir, dengderên Herêma Kurdistanê haydar kir, ku formên dengdanê bixin sindoqan de û piştre pencemora xwe bidin, daku şûna pencemora wan li ser formên dengdanê çênebe, ji ber ku amêrên eliktronî formên şûna pencemorê li ser wan hebe naxwîne.

Elî Qadir di kongirekî rojnamevanî de ragihand, "Li Sînorê Hewlêrê piroseya dengdanê bibaşî birêve diçe û li hin bingehên dengdanê kêşeyên hunerî hene, tîmên me wan çare dikin".

Îro demjimêr 7ê sibehê piroseya dengdanê, ya hilbijartinên Perlemana Iraqê, li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê destpê kir û biryar e heya demjimêr 6ê êvarî berdewam bike.

N.O