YPG: Me 7 çekdarên opozisyonê li Efrînê kuştin

YPGê: Hevdem li gel şerûpevçûnan, ji duh êvarî ve, firokeyên cengî yên Tirkiyê, gundên derdora bajarokê Şera bordûman dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Navenda ragihandnê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku ev du roj in şerekî giran di navbera wan û çekdarên opozisyona Sûryê de li gundên Meydankê, Qurt Qulaq û Kefrume yên ser bi bajarokê Şera ve  berdewam e.

Li gorî daxuyaniya YPGê, di encama wî şerî de, 7 ji çekdarên ketîbeyên opozisyona Sûrî hatine kuştin, herwiha ji duh êvarî ve, firokeyên cengî yên Tirkiyê wan gundan bordûman dikin.

Di 20ê Çileya derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, dest bi operasyona Şaxê Zeytûnê kir, piştî nêzîkî du mehan, di roja 18ê Adara derbas bûyî de, artêşa Tirkiyê tevahiya bajarê Efrînê û gundewarên wî kontrol kir.

N.O