Komisyona Hilbijartinan li ser kêşeya amêrên eliktironî daxuyaniyek da
Komisyona Hilbijartinan: Ew kêşe û pirsgirêkên çêbûne, gellekî kêm in û ne bi wî awayî ne, ku dezgehên medyayî behs dikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê komisyona hilbijartinan Mu'itemed Mûsewî, di kongirekî rojnamevanî de got: "Ew kêşe û pirsgirêkên çêbûne, gellekî kêm in û ne bi wî awayî ne, ku dezgehên medyayî behs dikin. Tîmên çêkirinê yên Komisyonê hene û li tevahiya bingehên dengdanê amade ne, daku bilez kêşeyan çare bikin".
Daxuyaniyên wî berpirsê Komisyonê di demekê de ne, ku li çendîn bingehên dengdanê li Herêma Kurdistan û Iraqê kêşe di amêrên eliktironî de çêbûne û vê yekê hiştiye ku qerebalixeke zêde li wan bingehan çêbibe û piroseya dengdanê bê astengkirin.
Ev yekemîn car e, hilbijartinên giştî li Iraqê, bi riya amêrên eliktironî tên encamdan û di dengdana taybet de jî, roja 10/5/2018an, çendîn kêşe di wan amêran de hebûn.
N.O