Şepêla Sedir: Malikî postê serokwezîr jî bide me em li gel wî kar nakin

"Hevpeymana Sairûn li gel ti aliyekî hevpeymaniyê nake, ku gendelî kiribe û bûbe sedema ketina parêzgehên Iraqê û jêrxana abûrî ya Iraqê wêran kiribe".

K24 - Navenda Nûçeyan

Macid El-Izawî, ku yek ji serkirdeyên Şepêla Sedir e, ragihand ku "Hevpeymana Sairûn, ya ku Muqteda Sedir rêberiya wê dike, bi ti awayî hevpeymaniyê li gel lîsta Dewleta Yasa ya Nûrî Malikî nake heger ew postê serokwezîr jî li gel me gotûbêj bikin".

Tevî ku nakokiyên di nav Malikî û Sedir de demdirêj in, lê ew gellek caran daxuyaniyan li dijî hev didin, bitaybet ku bi du lîstên cuda beşdarî hilbijartinan bûne.

El-Izawî got: "Ev mijar bi Muqteda Sedir ve girêdayî ye, lê li gorî zanyariyên min, Hevpeymana Sairûn li gel ti aliyekî hevpeymaniyê nake, ku gendelî kiribe û bûbe sedema ketina parêzgehên Iraqê û jêrxana abûrî ya Iraqê wêran kiribe û hizra taifî bihêz kiribe. Hevpeymanî li gel Dewleta Yasa zehmet e, bitaybetî li gel Nûrî Malikî.

N.O