Komisyon dema ragihandina encaman aşkere dike
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê ragihand, piştî 48 demjimêran ji dawîhatina proseya dengdanê, encaman radigihînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê ragihand, piştî 48 demjimêran ji dawîhatina proseya dengdanê, encaman radigihînin.
Endamê Komisyona Bilind a Hilbijarinên Iraqê Hazim Wirdeynî ragihand, îro êvarê piştî girtina binkeyên dengdanê, hûrgiliyên proseyê û rêjeya beşdarbûnê radigihînin.
Derbarê ragihandina encamên hilbijartinê jî got, ragihandina encaman demeke zêdetir pê pêwîst e û egera pir ta 48 demjimêrên din encaman radigihînin.
Îro 12.5.2018an hilbijartinên giştî yên parlemantoya Iraqê bi rê ve diçe, yekem car e Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bi amûreya eliktironî proseya hilbijartinên giştî bi rê ve dibe.
Nêzîkî 25 milyon welatiyên Iraqê mafê wan ên dengdanê heye û 329 nûner ji nava 320 qewareye, hevpeyman û partiyên beşdar ji bo xuleya bê hildibijirên.
S. B