Goran: Ger deng bidestan neyên jimartin em encaman qebûl nakin

Salih Jajleyî: Ew hêza şevê din êrîşê navenda Goran kir li Silêmaniyê, hêza YNK bû, heger hêza wan nebe, bêguman zanyarî derbarê wê hêzê li cem wan hene.

K24 - Navenda Nûçeyan

Derbarê encamên hilbijartinan li parêzgeha Silêmaniyê, ku tevgera Goran û aliyên din, YNK bi encamdana saxtekariyê tometbar kirin, cîgirê serokê civata giştî ya Tevgera Goran Salih Jajleyî ragihand, ku du bijarede li cem wan hene, yan divê deng bidestan bên hejmartin yan piroseya dengdanê bê dubarekirin, ji bilî herdu bijardeyan çi biryar bê stendin wê ji Goran re kuştin be.

Salih Jajleyî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Şevê din, hêzeke çekdar êrîşî Girê Zergete kir û teqe li pasewanan kir, di beramber de jî pasewanan bersiva teqeya wê hêza çekdar dan".

Jajleyî got jî: "Ew hêza han, hêza YNK bû, heger hêza wan nebe, bêguman zanyarî derbarê wê hêzê li cem wan hene".

Herwiha navhatî tekez kir, ku ew encamên hilbijartinan qebûl nakin û wan gilîname pêşkêşî Komisyona Hilbijartinan kiriye û ew li bendî bersiva Komisyonê ne.

N.O