Ebadî: Pêwîst e aliyên siyasî rêzê li encamên hilbijartinan bigirin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, pêwîst e aliyên siyasî rêzê li encamên proseya hilbijartinê bigirin û pêwîst e hikûmeteke bihêz pêk bînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, pêwîst e aliyên siyasî rêzê li encamên proseya hilbijartinê bigirin û pêwîst e hikûmeteke bihêz pêk bînin.
Îro Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî konferanseke rojnamevan lidar xist û tê got, hikûmetê karî berpirsatiya birêvebirina proseya hilbijartinê bi emanet bi rê ve bibe.
Daxwaz ji aliyên siyasî jî kir, ku rêzê li encamên hilbijartinan bigirin, dema ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve bên ragihandin.
Ebadî tekez kir jî, di pirsa pêkanîna hikûmetê de jî pêwîst e berjewendiyên giştî di ser hemû berjewendiyên din re werin girtin.
Herwiha Heyder Ebadî amadehiya xwe jî derbirî, ji bo pêkanîna hikûmeteke dûrî gendelî û ecindeyên derveyî.
Serokwezîrê Iraqê got jî, di heyama 4 salên bûrî de hikûmeta wî di şikandina DAIŞê, rûbirûbûna metirsiyên terorê, perçekirina welêt û derketina Iraqê di meydana siyasî ya navçê û cîhanê de serkeftî bû.
Hilbijartina parlemantoya Iraqê roja 12ê vê mehê bi rê ve çe, ta niha jî Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê encamên dawî ranegihandiye û biryar e sibe zanyarî li ser dengên lîstan bên aşkerekirin.
S. B