Saîrûn: beşdariya Kurd bo hikûmeta nû pêwîst dizanin

Serkirdeyek bilind ê Hevpeymanîya Saîrûn bi pêwîst dizane Kurd beşdariyê di hikumeta dahatî ya Iraqê de bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyek bilind ê Hevpeymanîya Saîrûn bi pêwîst dizane Kurd beşdariyê di hikumeta dahatî ya Iraqê de bikin.

Sekreterê Partiya Komunîst Iraqê û Serkirdeyê Hevpeymanya Saîrûn Raîd Fehmî tekez kir, pêwîst e Kurd beşdariyê di hikumeta bê ya Iraqê de bikin. Fehmî tekez kir, kenalên pêwendiyê digel çend partiyên Kurd, ji bo pêkanîna hikumeta nû destpêkirin e.

Serkirdeyê Hevpeymanya Saîrûn dibêje, karnameya hikumeta bê ji bo çend aliyan hatiye pêşkêş kirin û dê di çend rojên bê de, hevkêşeya pêşeroja siyasî ya Iraqê wê zelatir bibe.

 

C.B