Hevpeymaniya Navdewletî emê li Minbicê bimînin û wê biparêzin
Encûmena Serbazî ya Minbicê: Duh li bajarê Minbicê Hevpeymaniya Navdewletî û serkirdatiya encûmena serbazî civiyan.
K24 - Navenda Nûçeyan
Navenda Ragihandina Encûmena Serbazî ya Minbicê, di daxuyaniyekê de ragihand, ku duh li bajarê Minbicê Hevpeymaniya Navdewletî û serkirdatiya wê encûmenê civiyan.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî her yek ji Wilyam Werbik nûnerê wezareta derve ya Amerîka û ceneral Cemy Jerard û ji aliyê Encûmena Serbazî ya Minbicê ve, Mihemed Mistefa serokê encûmenê û Şervan Derwêş peyvdarê encûmenê amade bûn.
Herwiha li gorî daxuyaniya Encûmena Serbazî ya Minbicê, herdu aliyan tekezî li ser karê hevbeş ji bo parastina xelkê sivîlê li wê deverê kirine û ji aliyê xwe ve, ceneral Jerard ragihand, ku ewê li Minbicê bimînin û deverê ji her êrîşekê biparêzin.
N.O