Şer di nav YPG û çekdarên Artêşa Azad de li bajarokê Mabeta yê Efrînê derket

Opozisyona Sûryê: Di encama şerûpevçûnan de, hejmareke çekdar ji herdu aliyan birîndar bûne, lê bi hûrbînî heya niha hejmara kuştî û birîndaran nehatiye naskirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî ajanseke opozisyona Sûryê, şevê din giropek ji şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşî çekdarên Lîwaya Sultan Murad ya ser bi opozisyona Sûryê ve kirin li navçeya Mabeta ya girêdayî Efrînê û şerûpevçûn di navbera herdu aliyan de derketin.

Her li gorî ajansa opozisyonê, di encama şerûpevçûnan de, hejmareke çekdar ji herdu aliyan birîndar bûne, lê bi hûrbînî heya niha hejmara kuştî û birîndaran nehatiye naskirin.

Piştî dagîrkirina Efrînê di 18 Adara derbasbûyî de, YPG ragihand ku ewê awayê şerê xwe li Efrînê biguhere.

Artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, di roja 20 Çileya derbasbûyî de, operasyona Şaxê Zeytûnê li Efrînê destpê kir û di 18ê Adara derbasbûyî de, Efrînê û gundewarên wê bitemamî kontrol kir.

N.O