HSD xelkê Xûtayê li rojhilatê çemê Ferêt bicih dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xelkê ji Xûtaya Rojhilatê Şamê hatine derxistin li navçeyên rojhilatê çemê Ferêt yên di bin kontrola wan de ne, bicih dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xelkê ji Xûtaya Rojhilatê Şamê hatine derxistin li navçeyên rojhilatê çemê Ferêt yên di bin kontrola wan de ne, bicih dike.

Peyvdarê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî ji ajansa “ANHA” re ragihand, hêzên wan pêşwazî li hejmarek mezin ji xelkê devera Xûtaya Rojhilat yên ji aliyê hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê ve hatine derxistin kirine.

Balî da zanîn jî, ev ne cara yekem e ku HSDê pêşwaziyê li xelkê deverên din ên Sûriyê dike û cih û pêwîstiyan ji wan re peyda dike.

Ev yeke di demeke ye, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi proseya guhartina demgrafî li Efrînê kiriye û xelkê Xûtaya Rojhilat û yên gundewarê Humsê yên ji deverên wan tên derxistin li Efrînê bicih dike.

 

S. B