Demîrtaş: Dozgerên Tevgera Gulen delîlên saxte li ser min amade kirine
Demîrtaş: Ez ji ber wan delîlên saxte yên dozgerên Tevgera Gulen radestî dadgehê kirine, hatime girtin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Berbijarê HDPê ji bo Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş, ragihand ku hemû delîlên li dijî wî ji bo dadgehê hatine pêşkêşkirin, ji aliyê dozgerên Tevgera Gulen ve hatine amadekirin û hemû jî dûrî rastiyê ne.
Demîrtaş zelal kir, ku ew ji ber wan delîlên saxte yên dozgerên Tevgera Gulen hatiye girtin.
Piraniya dozgerên ku doz li Demîrtaş vekirine, niha ji ber endamtiya Tevgera Gulen hatine girtin û ji kar hatine dûrxistin.
Tê çaverêkirin ku îro dadgeh biryara dawî li ser azadkirin an jî neazadkirina berbijarê HDPê yê Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş bide.
Parêzer û perlemanterên HDPê heftiya derbasbûyî ji bo ku Demîrtaş bê azadkirin, serdana dadgeh û Komisyona Bilinda Hilbijartinên Tirkiyê kiribûn.
Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, wê îro dadgeh biryara dawî li ser azadkirina Demîrtaş bide.
Hevserokê HDPê Sezay Temelî, derbarê azadkirina Demîrtaş got: Divê Demîrtaş di çarçoveya mafên destûrî de kar û barên xwe yên hilbijartinan bike. Lewma em li bendî ne ku îro biryarek erênî derbarê Demîrtaş bê stendin.
Berî çend rojan parêzerê Selahedîn Demîrtaş ragihandibû, ku nêzîk wê Demîrtaş bê azadkirin, lewra rîo egereke mezin heye ku Demîrtaş ji zindanê derkeve.
Demîrtaş di 4ê Cotmeha 2016an de hat girtin, bi tometa ku pêwendiyên wî bi PKKê re hene û bangeşeyê ji wê partiyê re dike.
N.O