Epozdemir: Divê Kurd dengê xwe nede ti namzetî
Li Tirkiyê beriya ku hilbijartin bê kirin partiyên Kurdistanî jî helwest û biryarên xwe bo vê hilbijartinê aşkere dikin. Cihgirê serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Qasim Ergun radgihîne wan dest ji vê hilbijartinê berdane û ew xwe bo hilbijartina şaredariyan amade dikin.
K24 – Stenbol
Li Tirkiyê beriya ku hilbijartin bê kirin partiyên Kurdistanî jî helwest û biryarên xwe bo vê hilbijartinê aşkere dikin. Cihgirê serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Qasim Ergun radgihîne wan dest ji vê hilbijartinê berdane û ew xwe bo hilbijartina şaredariyan amade dikin.
Ji bo hilbijartinên pêşwext yên Tirkiyeyê wexteke hindik ma. Hemî partî û rêxistinên siyasî niha xwe bo hilbijartina giring amade dikin. Berpirsê Komîsyona Hilbijartinan yê Partiya Maf û Azadiyan HAKPARê Latîf Epozdemir ragihand ew ê li 5 bajarên Kurdan namzetan bo parlamenteriyê nîşan bidin û lê ew dengê xwe HDP jî tê de nadin ti namzetên serokatiya Tirkiyê.
Latîf Epozdemîr ji K24ê re got: ''Fikra me ew e ku ji van kesên navê xwe bo serokatiya Tirkiyê eşkere kirîn ,Silhedîn demîrtaş jî li tê de hîç kesek ji wan xeteke xêrxwaz bo Kurdan û projeyeke xêrxwaz bo Kurdan nedaye ber xwe. Ji ber wê gerek Kurd di vê hilbijarti na serokkomariya Tirkiyê de dengê xwe nede ti kesan.''
Piştî lihevnehatina 5 partiyên Kurdistanî û HDP jî cihgirê serokê giştî yê Partiya azadiya Kurdistanê Qasim Ergun ragihand ew dê aligirên bo hilbijartina serokatiya Tirkiyê serbest berdin lê amadekariyê wan ji bo hilbijartina şaredariyan destpê kiriye.
Qasim Ergun dibêje: ''Amadekariya me ewe ku em ev 5 partiyên Kurdistanê ne tenê ji bo hilbijartinê ji bo pêşeroja Kurd û Kurdistanê,ji bo çareser kirina pirsa Kurdan em bi hevre berdewam bin. Em ji vî wextî û pêve bi giranî dê ji bo hilbijartinên herêmî hewl bidin tişteke baş bikin.''
Beriya hilbijartina pêşwext ya Tirkiyê her çiqes partiyên Kurdistanî û HDP li hev nekirîbin jî li gor hinek pisporan ev gaveke başbû ji bo Kurdan lê pêwîste ev gavên wiha li ser bingehekê bêne bicih anîn.