HDP ji bo çareserkirina pirsa Kurdî projeyeke nû radigihîne
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ji bo çareserkirina pirsa Kurdî banga xweseriyê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ji bo çareserkirina pirsa Kurdî banga xweseriyê dike.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan îro ji bo çareserkirina pirsa Kurdî pêşniyarnameyeke berfereh ragihand û da zanîn ku pirsa Kurdî pirseke statûyê ye divê di zûtirîn dem de were çareserkirin. Ji bo çareseriya pirsa Kurdî divê hikûmeta Tirkiyê şertê Xweseriyê ya Rêveberiyên Herêmî ya Yekîtiya Ewropayê pejirandibû cih be cih bike. Divê Kurd bi rêveberiyên herêmî xwe bi xwe rêvebibin.
Pervîn Buldan wiha axivî: “Pirsa kurdî ji dîrokê heta niha berdewam dike û pirseke statûyê ye. Daxwaza statûyê ya Kurdan, cûdakarî nîn e. Daxwaza statûyê ji bo jiyaneke hevbeş û aştiya civakî gelek girîng e. Bi vê armancê em dixwazin Kurd xwedî mekanîzmayên xwerêvebirinê bin. Daxwaza rêveberiya herêmî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî daxwazek sereke ye.”
Got jî: “Ev model li gelek deverên cîhanê heye û demokratîk e. Şertê xweseriyê ya rêveberiyên herêmî ya Yekîtiya Ewropayê jî ji ber vê pêwîstiyê heye û Tirkiye ev şert di sala 1992an de qebûl kiribû.”
Di ragihandina karnameyê de, Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, parlamentera HDPê ya Êlihê (Batman) Feleknas Oca, Parlamenterê HDPê yê Amdê Îmam Taşçîer û Hevserokê KCDê Bedran Ozturk amade bûn.
S. B