Perlemana Iraq li ser bizavên xwe ji bo redkirina hilbijartinan berdewam e

Hejmarek ji Perlemanterên Iraqî, îmze kom kirine daku civîneke Perleman lidar bixin û di civînê de deng li ser hilweşandin û dubarekirina hilbijartinan bidin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî sê bizavên neserketî, ji bo encamdana civînekê li dijî encamên hilbijartinan, careke din Perlemana Iraqê bizavan dike ku civînekê lidar bixe.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Perlemana Iraqê, biryar e îro Perleman civînekê derbarê saxtekariyan di hilbijartinan de lidar bixe, ji bo vê mebestê jî serokatiya Perleman ji endaman xwestiye ku îro di civînê de amade bibin.

Piştî ragihandina encamên hilbijartinan û bi sedema temamnebûna rêjeya yasayî, sê caran lidarxistina civîna Perleman biser neket, vê carê jî çavdêr temambûna rêjeya yasayî dûr dibînin.

Beşêk ji aliyên Kurdistanî û Iraqî encamên hilbijartinan red dikin û didin xuyakirin ku saxtekarî hatine kirin, lewra hejmarek ji perlemanterên wan aliyan, îmze kom kirine daku civîneke Perleman lidar bixin û di civînê de deng li ser hilweşandin û dubarekirina hilbijartinan bidin.

N.O