“Polîsa Niştimanî” a li Tirkiyê hatiye perwerdekirin li Efrînê belav dibe
Piştî ku artêşa Tirkiyê xuleya perwerdeya “Polîsa Niştimanî” li Tirkiyê bidawî kir, bi armanca parastina ewlehiya Efrînê 650 polîs li Efrînê belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku artêşa Tirkiyê xuleya perwerdeya “Polîsa Niştimanî” li Tirkiyê bidawî kir, bi armanca parastina ewlehiya Efrînê 650 polîs li Efrînê belav kir.
Li gor ajansên opozîsyona Sûriyê, hejmarek ji Polîsên Niştimanî ku hejmara wan di navbera 650 û 700 polîsî ne li bajarê Efrînê hatine belavkirin û di rojên bê de beşek ji wan li ser gundên Efrînê hî tên belavkirin.
Fermandarê Giştî yê Polîs li deverên “Mertala Feratê” Lîwa Ebdilrezaq Eslan Laz ji ajansa “enabbaladi” re aşkere kir, erkê wê hêzê parastina ewlehî û aramiya Efrînê ye.
Polîsa Niştimanî ku li Tirkiyê perwerdeya leşkerî wergirtine, medyayên Tirkî di demên bûrî de belav kiribûn, ku artêşa Tirkiyê hewl dide hezar kesên Sûrî wek polîsan ji bo amade bike.
Herwiha belav kir, Muqedem Ramî Tilas ku serkirdeyekî grûpa “Ceyş El-Îslam” ku mezintirîn grûpa li Xûtaya Rojhilatê Şamê bû, wek fermandarê polîsên Efrînê hatiye destnîşankirin.
Li gor zanyariyên wê ajansê, ti pêwendiya polîsa Efrînê bi polîsa li bakurê Helebê belav bûne nîn e, ji ber ku deverên Mertala Feratê ji aliyê îdarî ve bi Dîlokê ve hatiye girêdan, lê Efrînê ser bi îdarî wîlayeta Hataya Tirkiyê ve hatiye girêdan.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 18ê meha Adara bûrî ve derbasî Efrînê bûn û ew dagîr kirin, ji wê demê ve mal û milkên Efrîniyan ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve rastî dizî, talan, girtin û binpêkirinên mirovî tên.
Li gor zanyariyên K24ê, piraniya endamên “Polîsa Niştimanî” ji Erebên navçeyên cuda yên Sûriyê ne.
S. B