Qedexeya çalakiyan li Wanê hate dirêjkirin
Li Wanê her cure çalakî û xwenîşandan heta mehekê careke din hatin qedexekirin û ev 2 sal in li bajarê Wanê her cure çalakî bi berdewamî têne qedexekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Wanê her cure çalakî û xwenîşandan heta mehekê careke din hatin qedexekirin û ev 2 sal in li bajarê Wanê her cure çalakî bi berdewamî têne qedexekirin.
Parêzgeriya Wanê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ko ji bilî bangeşe û xebatên hilbijartinên 24ê Hezîranê li bajarê Wanê her cure xwenîşadan, çalakî û kombûn girêdayî destûra parêzgeriyê ye û çalakiyên bêyî destûra parêzgeriya Wanê qedexe ye.
Li bajarê Wanê ev 2 sal in dema qedexeya her cure çalakî û xwenîşandanan ji bo mehekê bi berdewamî tê dirêjkirin.
S. B