Çekdarên li Efrînê li ser diziyê şer dikin
Li Efrînê li ser dizî û talanê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derket.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê li ser dizî û talanê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derket.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva bûrî şer û pevçûn di navbera çekdarên grûpa Hemze û çekdarên grûpekê ser bi Lîwaya Muhtesim li meydana Kawa ya bajarê Efrînê derket, bêyî ku ziyanên wî şerî bide aşkerekirin.
Li gor Rewangehê, şer û pevçûn li ser destdanîna li ser maleke Efrînê bû. Da zanîn jî, artêşa Tirkiyê bi zirîpoşan destêwerdana wî şerî kiriye û şer rewastandiye.
Ji aliyekî din ve, duh li ser riya Efrînê – Şera Fermandarê Lîwaya Meşel Temo Ebû Meryem El-Heskawî rastî hewleke kuştinê hat, lê li gor zanyariyan ew ji wê hewla kuştinê rizgar bû.
Ev ne cara yekem e şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên li Efrînê de derdikeve, hefteya bûrî jî şer di navbera wan grûpan de derketibû û hejmarek ji çekdarên her du aliyan de birîndar bûbûn.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê bi dagîrkirina Efrînê di 18ê Adarê de, dest bi dizî, talan û destdanîna li ser mal û milkên Efrîniyan kirine û ta niha jî berdewam e.
S. B