PDK-S li Hewlêrê alîkariyan li koçberê Efrînê belav dike

Îro li Nivîsgeha Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Hewlêrê alîkarî li malbatên Efrînî yên ji ber şerê li Efrînê gihîştine Hewlêrê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro li Nivîsgeha Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Hewlêrê alîkarî li malbatên Efrînî yên ji ber şerê li Efrînê gihîştine Hewlêrê belav kir.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Serhan Mihemed ji K24ê re got: “Wek alîkariyekê me îro 100 selikên alîkariyê li malbatên Efrînî yên ji ber şerê li Efrînê hatine Hewlêrê belav kirin. Belavkirina alîkariyên dê berdewam be û berî cejna Remezanê jî emê careke din jî belav bikin.”

Peyamnêrê K24ê da zanîn. Ew alîkarî ji aliyê PDK-S û endamê Fireksyona PDKê di Perlemantoya Iraqê Şaxwan Ebdulah û hejmarek ji Nojdarên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê hatibûn amade kirin.

Berî niha jî çendîn car e Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) alîkarî li koçberên Efrînê kirine. Berpirsên PDK-Sê dibêjin jî dê ev alîkarî berdewam bin.