Egera herifîna artêşa Iraqê li Kerkûkê heye

Rojnameya El-Qudis El-Erebî: Bexda daxwaza alîkariyê ji hêzên Pêşmerge kiriye, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çend mercek li pêşya Bexdayê daniye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya "El-Qudis El-Erebî" belav kiriye, ku çend navçeyekî başûrê Kerkûkê û derdora Xurmatû bi şev dibin navçeyên encamdana kiryarên terorîstî yên çekdarên DAIŞ û tevgera wê girûpê li wan deveran zêde bûye.

Rojnameya navhatî ji ser zimanê efserekî pile bikind ê hêzên Pêşmerge, ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, belav kiriye ku niha şêwazê êrîşên DAIŞê hatiye guhertin, ji ber ku niha ew bi awayekî bikom êrîş dikin, berûvajî berê ku yeka yeka çekdarên DAIŞê êrîş dikirin.

Li gorî heman rojnameyê, di çend rojên derbasbûyî de, çekdarên DAIŞê li navçeyên başûrê Kerkûkê û bajarokên Hewîce, Xurmatû, Reşad û Ebasî êrîşî milîsên Heşda Şeibî û ya Eşairî û polîsên federalî kirin.

Wî efserî ji rojnameyê re eşkere kiriye, ku Bexda daxwaza alîkariyê ji hêzên Pêşmerge kiriye, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hilgirtina sizayan û destpêkirina gotûbêjên ciddî wek merc li ber wê daxwaza Bexdayê daniye, daku li ser kêşeyên heyî lihev bikin, bitaybet jî pirsa "Navçeyên nakokî li ser", li gel pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê û hinardekirina petrolê û dahata xalên sînorî.

Wî efserî hişyarî daye ku: "Egera heye hêzên emnî yên Iraqî li Kerkûkê biherifin bi heman awayê ku di sala 2014an de li Mûsilê çêbû".

Tekez jî kir ku, derketin hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê piştî 16ê Cotmehê, yek ji sedemên lawazbûna rewşa emnî û nemana aramiyê ye li Kerkûkê û navçeyên din.

N.O