Tirkiye: Wê YPG ji Minbicê derkeve û Amerîka dibêje rêketin nebûye
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû ragihand, ku ewlekariya Minbicê wê têkeve destê Tirkiyê de û YPG wê ji wî bajarî derkeve.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû ragihand, ku ewlekariya Minbicê wê têkeve destê Tirkiyê de û YPG wê ji wî bajarî derkeve.
Çawîşoglû piştî ji Almanya vegeriya pirsên rojnamevanan bersivand û got: Emê derbarê çarekirina pirsa Minbicê li gel Amerîka lihev bikin û di 4ê Hizêranê de, li Washingtonê ezê li gel wezîrê derve yê Amerîkî Mike Pompeo bicivim û di wê hevdîtinê de ji bo çarekirina pirsa Minbicê dibe ku nexşerêyek eşkere bibe.
Wezîrê derve yê Tirkiyê got jî: Di wê nexşerêyê de, divê gavên berbiçav hebin û divê YPG ji Minbicê vekişe. Emê çavdêriya vekişîna YPG bikin û ewlekariya Minbicê biparêzin.
Herwiha got: Nabe di rêvebirina îdara wî bajarî de, bêtirî 2% Kurd hebin.
Ji aliyê xwe ve, peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert got: "Ti rêktin derbarê Minbicê li gel Tikriyê nebûye, me berî niha ragihandibû ku civîn li ser danîna nexşerêyekê di navbera herdu aliyan de, ji bo çarekirina vê pirsê berdewam in.
Heather Nauert diyar kir, ku gotûbêj di nav herdu aliyan de li ser wê kêşeyê û kêşeyên din yên Sûrya û kêşeyên hevbeş di nav Amerîka û Tirkiyê de berdewam dibin û roja 4ê Hizêranê wê wezîrê derve yê Amerîka pêşwaziya hevpostê xwe yê Tirkiyê bike.
N.O