IYI Partî pirsgirêka Kurd paşguh dike
IYI Partî di Cotmeha par de hat damezirandin û li gorî lêkolînên raya giştî, rêjeya dengên wê, dibe ku ji sedî derdora 10an be.

K24 - Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinên 24ê Hizêranê, Partiya IYI ya ku nû hatiye damezirandin, karnameya xwe ya hilbijartinan eşkere kir. Lê berûvajî AKP, HDP û CHPê, Partiya IYI di karnameya xwe de cih nedaye pirsa Kurd.
Partiyên siyasî yek biyek karnameyên xwe ji bo hilbijartinên 24ê Hizêranê eşkere kirin. Heya niha AKP, CHP, MHP, HDP û Partiya Seadetê jî karnameyên xwe dane xuyakirin.
Karnameya Partiya IYI li Enqerê ji aliyê seroka wê partiyê Meral Akşener ve hat xwendin û hemû berbijarên partiya xwe ji bo Perlemana Tirkiyê da nasandin.
Akşener bal kişand ser demokratî, maf û dadmendiyê û got: "Çawa em bibin desthilatdar, emê rewşa awarte rakin."
Herwiha Meral Akşener ku bi xwe jî, berbijara partiya xwe ye ji bo Serokatiya Tirkiyê got: Ji bo saziya îdarî ya dewletê û xebatên wê emê careke din serdestiya hiqûqê bixin rewacê. Emê maf û azadiyên takekesî bi awayekî bihêztir bixin bin temînata Destûra Bingehîn ya nû. Emê benda hilbijartinan bikin ji sedî 5 û armanca me ew e ku em pergala perleman di demeke nêzîk de, ektîv bikin.
Herwiha ji bilî partiya netewperest MHP, di karnameyên HDP, AKP, CHP û Partiya Seadetê de, ji bo çarekirina pirsa Kurd soz hatine dayin. Lê di ya IYI Partî de, ti sozek ji bo dayina mafên Kurdan nebû.
Ji aliyê xwe ve, berbijarê IYI Partî yê Diyabekirê yê Kurd Mihemed Salîm Ensarîoglu ku hem perlemanterî û hem jî wezîrtî kiriye, têvî ku di karnameya wan de, ti gotinek derbarê pirsa Kurdî nehatiye, iddîa kir û got: Emê kêşeya Kurd bêyî tundî û parçebûnê bi rêbazên demokrat di Perlemana Tirkiyê de çare bikin. Ez û partiya xwe soz didin ku vê meseleyê bi dildarî çare bikin.
IYI Partî di Cotmeha par de hat damezirandin û li gorî lêkolînên raya giştî, rêjeya dengên wê, dibe ku ji sedî derdora 10an be.
N.O