Amerîka dê bi Tirkiyê li ser Minbicê lihev bike?
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu dibêje, ewê bi Amerîka re bajarê Minbic bi rê ve bibin, ev yek hin metirsiyan li cem hin siyasetmedarên Kurd peyda dike ku Minbic dê bibe qurbaniya hin rêkeftinên navdewletî. Hin din jî dibînin ku ev daxuyanî tenê ji bo pêkanîna şerê taybet e.
K24 – Qamişlo
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu dibêje, ewê bi Amerîka re bajarê Minbic bi rê ve bibin, ev yek hin metirsiyan li cem hin siyasetmedarên Kurd peyda dike ku Minbic dê bibe qurbaniya hin rêkeftinên navdewletî. Hin din jî dibînin ku ev daxuyanî tenê ji bo pêkanîna şerê taybet e.
Di riya daxuyaniya Werzîrê Derve re, careke din Tirkiye radighîne ku nexşeriyeke nû bi Amerîkayê re li bajarê Minbic di dawiya vê Havînê de dê cîbecî bibe. Li gorî daxuyaniyên Mewlûd Çawîşoglu rêveberiyeke hevbeş ji Tirk û Amerîkiyan dê li Minbic çê bibe piştî ku hêzên Kurdî ji bajêr derkevin. Digel ku hin rayedarên Amerîka ev rêkeftin red kirine, hin serkirdên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibînin ku daxuyaniyên Tirkiyê tenê di çarçova şerê taybet de ye û li gorî rêkeftinên wan bi Amerîkayê re ti hêzên biyanî dê derbasî bajarê Minbic nebin.
Serkirdeyê di TEV DEM'ê de Ferhad Têlo li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Tirkiye van daxuyaniya wek nameyan bikar tîne, ji Amerîka û dewletên derdorê re dişînin, ku dê YPG û HSD derkeve û ev jî metirsiyekê di nava gel de çê dike. Jixwe Tirk baş dizane lê çavê xwe jê digire ku Meclîsa Minbicê ya Sivîl wî bajarî bi rê ve dibe. Herwiha hêzên Amerîkî û îstixbarata wê di Minbicê de ne û her tiştê li Minbicê çê dibe dizanin.”
Ji aliyekî din ve hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku armancên Tirkiyê di bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de roj bi roj zêdetir dibin, loma pêwîst e ji her demê bêhtir hêzên Kurdî nêzîkî hev bibin. Didin zanîn jî ku tevî daxuyaniyên Amerîka ku piştgiriya xwe ji Kurdan re nîşan dide, lê ne dûr e ezmûna Efrînê li Minbic dubare bibe.
Serkirdê di Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) de Emced Osman ji K24ê re got: “Gefa li berjewendiyên Amerîka û Rûsya di Sûriyê de ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin di 7 salên derbasbûyî de, ji ber wê jî di baweriya min de heta ku çareseriyeke siyasî di Sûriyê de peyda nebe, li ser erdê her tişt qabile ji guhartin re, ji encama rêkeftin û fişarê ne exlaqî û îradeya milet bi awayekî sirûştî li ber çavan nayê girtin.”
Biryar e di 4'ê Hezîranê de civîneke dualî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de lidar keve û di gel ku rayedarên Tirkiyê gelek hêviyan li ser vê civînê ava dikin, hin şopîner dibînin ku berjewendiyên Amerîka ta niha di Sûriyê de pêk nehatine, loma dê derfetan nede ti dewletên din ku di bakurê Sûriyê de cibicî bibe.