Amerîka bingeheke serbazî li ser çiyayê Şingalê dirust dike

Cîgirê Qaymeqamê Şingalê Celal Xelo ji Nûçegihanê Kurdistan24 re ragihand, duhî 15 otombêlên serbazî yên Amerîka gihiştine ser wî çiyayî ...

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka amadekariyên dirustkirina bingeheke serbazî li ser çiyayê Şingalê dike, û  15 otombîlên serbazî yên Amerîka gihiştine ser wî çiyayî.

Cîgirê Qaymeqamê Şingalê Celal Xelo ji Nûçegihanê Kurdistan24 re ragihand, duhî 15 otombêlên serbazî yên Amerîka gihiştine ser wî çiyayî û li nêzîkî lûtkeya Mîra, amadekariyên dirustkirina bingeheke serbazî dikin.

Hatina wan hêzên Amerîka di demekê de ye, ku piştî dagîrkirina Şingalê ji aliyê Heşda Şebî ve, rewşa navçeyê xirab bûye û alozî dirust bûn e.

 

 

C.B