Perlemana Iraqê dengdana taybet li Kurdistan red dike
Pêşmerge: Heger ti binpêkirinek di hilbijartinên taybet de li Herêma Kurdistanê çêbûbe, bila eşkere bikin, heger na, çênabe pirojeyasaya Perlemana Iraqê bê qebûlkirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî pirojeyasaya Perlemana Iraqê, ku di civîna hefteya derbasbûyî de xwendina yekem jê re hat kirin, dengdana taybet li Herêma Kurdistanê hatiye red kirin û hêzên Pêşmerge dijatiya xwe ji wê pirojeyasayê re didin xuyakirin û ji wezareta Pêşmerge û aliyên siyasî dixwazin ku helwestekê li dijî wê pirojeyasayê bistînin.
Derbarê wê pirojeyasayê Pêşmergeyek bi navê Mihemed Cîhad, ji Kurdistan24ê re got: "Em daxwazê ji Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê dikin, heger ti binpêkirinek di hilbijartinên taybet de li Herêma Kurdistanê çêbûbe, bila eşkere bike, lêkolînê li ser bike, heger na, çênabe ew qebûl bike ku Perlemana Iraqê dengdana taybet li Kurdistanê red bike".
N.O