PYD dixwaze xwe nêzîkî Opozisyona Sûryê bike
PYD: Em karin li gel tevahiya aliyên Opozisyona Sûryê kar bikin û em amade ne ji bo nêzîkirina nerînên tevahiya aliyên opozisyonê, civînekê li navçeyeke bakurê Sûryê lidar bixin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragihand, ku giring e di navbera Desteya Danûstendinan ya Opozisyona Sûryê û (Rêvebriya Xweser) de, civîn bên lidarxistin ji bo encamên Kongirê Riyad3ê baştir bin.
PYDê di daxuyaniyekê de diyar kir, ku tevî nebûna derfetên lidarxistina Kongirê Cinêv 9, lê pêwîst e di navbera (Rêveberiya Xweser) û Desteya Danûstendinan ya Opozisyona Sûryê de, baweriyek çêbibe ji bo lidarxistina kongirê Riyad 3.
Herwiha PYDê di daxuyaniya xwe de dibêje: Em karin li gel tevahiya aliyên Opozisyona Sûryê kar bikin û em amade ne ji bo nêzîkirina nerînên tevahiya aliyên opozisyonê, civînekê li navçeyeke bakurê Sûryê lidar bixin.
Di daxuyaniya PYDê de hatiye: Daxuyaniyên vê dawiyê yên Beşar Esed nameyek e ji hevalbendên Esed ji Hevpeymaniya Navdewletî re, di beramber wê nameyê de, em ji bo her gotûbêjekê amade ne.
Berî niha PYDê digot: Em ti carî li kongirê Riyadê yê Opozisyona Sûryê mikur nayên.
Herwiha PYDê Desteya Danûstendinan ya Opozisyona Sûrî bi piştevanîkirina terorîstan tometbar dikir û Opozisyona Sûriyê tometbar dikir k user bi Tirkiyê ve ye û li gorî daxwazên Erdogan tev digire û li ser vê yekê jî gellek tomet li ENKS jî dikir.
N.O