Li başûrê Hesekê hejmarek welatî hatin kuştin
Li gorî Çavdêrgeha Sûrî, di encama wê êrîşê de, jinek û sê zarokên wê hatin kuştin û 5 kesên din jî ji heman malbatê birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.
K24 - Navenda Nûçeyan
Di encama êrîşeke firokeyên Hevpeymanya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser gundewarên bajarê Hesekê, hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan belav kir, ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, êrîşî gundê Hedac kirin ku niha di bin destê çekdarên DAIŞê de ye û ew gund li başûrê gundewarê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dikeve.
Li gorî Çavdêrgeha Sûrî, di encama wê êrîşê de, jinek û sê zarokên wê hatin kuştin û 5 kesên din jî ji heman malbatê birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.
Herwiha Çavdêrgehê zelal kir, ku eger heye hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku birînên hinqurbaniyan giran in.
N.O