Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê li ser Minbicê zelal dibe
Li gorî pisporên Tirkiyê ev rêkeftin sê qonaxan pêk tê û dê li washîngtonê bê îmzekirin. Lê li gorî akademîsyenan ev rêkeftin dê bandorê li ser hevsengiyên herêmê bike.
K24 – Enqere
Tirkiye û Emerîka her du welatên ku derbarê Sûriyê de xwedî nêrîn û polîtîkayên cuda ne ev heyameke li ser Minbicê ya ku niha di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku serkêşiya wê Yêkineyên Parastina Gel (YPG) dike de ye hevditinan pêk tînin. Di van hevdîtininan de rêkeftinek derbarê Minbicê de hatiye amadekirin. Li gorî pisporên Tirkiyê ev rêkeftin ji sê qonaxan pêk tê û dê li Washîngtonê bê îmzekirin. Lê li gorî akademîsyenan ev rêkeftin dê bandorê li ser hevsengiyên herêmê bike.
Di navbera Tirkiye û Emerîkayê de li ser Minbicê ku herêmekê li Sûriyê ye û di bin kontorola YPG û Emerîkayê de ye ev heyamek dirêje hevdîtin berdewam dikin. Herî dawî rayedarên Emerîkayê heftaya borî hatibûn Enqereyê û bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtinê pêk anîbûn. Di encama hevdîtinan de li ser Minbicê rêkeftinek hatibû amadekirin. Lê belê derbarê vê rêkeftinê de agahiyên berfireh nehatibûn parvekirin. Lê li gorî çapemeniya Tirkiye û yên cihanê, Enqere û Washîngtonê li ser rêkeftina Minbicê li hev kirine û ev rêfeftina ku derketina YPGê ji Minbicê pêşbînî dike dê ji sê qonaxan pêk bê. Hêzên YPGê berevajî van agahiyan îdîa dikin ku tu rêkeftinek pêk nehatiye û ew ê ji Minbicê dernekevin.
Li gorî pisporên Tirkiyê rêkeftina di navbera Enqere û Washîngtonê de dê bi hevdîtina li Washîngtonê encam bide û dê xalên wê gav bi gav pêk bê.
Pisporê Rojhilata Navîn Nuri Yeşilyurt di vê derbarê de ji K24ê got: “Peymana ku Emerîkayê li gorî berjewendiyên xwe yên li herêmê bi Tirkiyê re li hev kiriye dê di nava 30 rojan de çekdarên YPG ji Minbicê vekişe. Di qonaxa duyem de jî piştî hevdîtinên 4ê Hezîranê di nav 45 rojan de dê leşker û saloxgerên Tirkiye û Emerîkayê bi mekanîzmeyeke hevpar ewlehiya herêmê pêk bînin. Di qonaxa sêyem de jî di nava 60 rojan de ji nav pêkhateyên Minbicê wê rêveberiyekî bê avakirin. Meclîsa leşkerî û meclîsa herêmî wê li gorî rêjeya nifûsa pêkhateyan were sazkirin.”
Di navbera Enqere û Washîngtonê de bi zelalbûna naveroka vê rêkeftinê yek ji mijara ku tê meraqkirin ew e ku ev rêkeftin dê bandorekî çawa li ser hevsengiya herêmê bike.
Akademîsyen Nezir Akyeşilmen dibêje: “Helbet li herêmê Emerîka li gorî berjevendiyên xwe tev digere. Loma ger li gorî berjewendiyên Emerîkayê be dê YPGê jî ji herêmê derxîne. Ji aliyê din gotinên Çawisoglu yek alî ne. Wezareta karên Derve ya Emerîkayê got hêj tu rêkeftin pêk ne hatine. Ji ber vê yekê tu rastiya gotinên Çawisoglu nîne bêyî ku Emerîka jî bêje rêkeftinek heye. Lê belê rastiyeke din jî heye. Tirkiye li herêmê her ku diçe nêzîkê Îran û Rusyayê dibe û Emerîka ji vê yekê eciz e. Loma ji bo ku Tirkiyê bikêşe aliyê xwe û nexeyîdîne Emerîka dibe ku têkîliyên xwe bi YPGê re qut bike.”
Li ser vê rêkeftinê 4ê Hezîranê wezîrên karên derve yên Tirkiye û Emerîkayê dê li Washîngtonê hevdîtinekê pêk bînin û tê çaverêkirin li ser Minbicê encama dawî dê di civînê de derkeve û dê rêkeftin bê îmzekirin.