Di şerê ligel PKKê de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li ser sînorê Tirkiye û Herêma Kurdistanê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin leşkerek jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser sînorê Tirkiye û Herêma Kurdistanê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin leşkerek jî birîndar bû.

Di derbarê mijarê de Serokerkaniya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir, gerîlayên PKKê li ser sînorê Iraqê û Tirkiyê bi mûşekan êrîşê leşkerên wan kirine û di encamê de 2 leşkerên wan canê xwe ji dest dane û leşkerek jî birîndar bûye.

Berî 2 rojan jî dîsa li ser sînorê Iraqê 3 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin. Demek e jî bi bihaneya binke û baregehên PKKê li navçeyên sînorî, sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirine.

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê jî her demekê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û binarên çiyayê Qendîlê bombebaran dikin.

 

S. B