Îran ava Zêyê Biçûk digire û pirsgirêka ava vexwarinê ji Qeladizê re dirust dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedema girtina ava Zêyê Biçûk (Çemê Biçûk) ji aliyê Îranê ve, pirsgirêka kêmbûna avê li nava bajarê Qeladizê dirust bû û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di wê derbarê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Bendav û Komgehên Ava Herêmê, girtina ava Zêyê Biçûk di demekê de ye, 1 Hezîranê dema berdana avê ye, ne ya girtinê ye.”

Her di wê daxuyaniya Wezareta Keştûkal û Jêderên Avê de hatiye, “Pirsgirêk ji bo ava vexwarinê ya bajarê Qeladizê dirust bûye û ava vexwarinê nehat nelav kirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, Wezîrê Keştûkal û Jêderên Avê bi wekalet Rêbaz Hemlan û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi Konsolxaneya Îranê û aliyên pêwendîdar re di pêwendiya berdewam de ne, ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan.

Ev duyem car e Îran ava Zêyê Biçûk digire û di demekê de ku jêdera beşek ji ava vexwarinê ya Iraqê pişt bi samanên avê ya Herêma Kurdistanê girêdaye.

Ji aliyekî din ve, bi sedema girtina ava Ziyê Biçûk ji aliyê Îranê ve bi hezaran masî di nav avê de mirine.

 

S. B